Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan

nivîskar: Şoreş Reşî
dîroka hatî çêkirin
0 0
08:12 2025 , December 05

Di vê lêkolîna di dest we de gelek xalên balkêş, dîtinên cuda, îdîa, zanîn û bi awirekî nû li dîrokê mêzekirinê heye. Mirov dikare bibêje ku dîroka ji alî tirkan ve hatî nivîsin serûbin dike. Lê tu îdîayeke min ê ku lêkolîneke bêqusûr kiriye nînin, helbet kêmasî yê hebin lê ji sedî sed dizanim ku hizir û rêya min rast e. Ez ê lêkolînên kûrtir, bûyerên ku min nikarî bi hevre girêbidim, niqtên ku min nikarî jê re bersivekê bibînim û kêmasiyan, ji dîrokzanê kurd û cîhanê re bihêlim.

Di cîhanê de bi hezaran zanîngeh û înstîtûyên ku dîrokê lêkolîn dikin, bi deh hezaran profesor, doktor hene ku heta niha bi hezaran ansîklopedî li ser dîrokê nivîsandine lê ji wan beşekî pir hendik bi awayekî şermok qala kurdan dikin. Piranî qet qala kurdan jî nakin. Cihê pirsê ku çima ew gor şan û şohreta ku danî ser xwe, di dîroka nivisînê de qala kurdan nekirin, kurd ji nêdîva dîtin û hîna jî tên? Wê rastiyê, nivîskarê tirkziman Bîçer wiha şîrovê dikin: ‘Beşekî mezinî ji dîrokzanên tirk ên ku di qirna navîn de jiyayî, qet navê kurdan nanivîsînin. Navê êl û xanadanên kurdan nînin ser ziman lê dîroka ebasî, selçûqîyên mezin, selçûqîyên Anatoliyê, mîrîtî, eyûbî, moxol, beranî, pezkel û Tîmûr dinivîsînin. Va nêzikatiyeke aligir û cudaxwaziyeke etnîkî ye.’ Li ser vê rastî û cudaxwaziyê hêvî dikin ku zanîngeh, komên înstîtûyan, lêkolîner vê babetê ji vir û pêda, di dersan de wek beş bixwînin û meselê dînin ser esasekî îlmî û rast.

Doma babetê li pirtoka Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan bixwîne.

Komentên nû