Bi sedsalan e, gelek Kurd ji ber şer, zordestiya siyasî û nebûna mafên sereke neçar mane ku welatê xwe biterikînin. Ev yek bûye sedema avakirina dîyasporayeke Kurdî li seranserê cîhanê.
Îro, Kurd li gelek welatên cîhanê dijîn. Zarokên wan li wir ji dayik dibin, di nav çandên cihêreng de mezin dibin û di heman demê de gelek zimanan fêr dibin. Gelek ji wan ji bilî Kurdî bi awayekî şareza bi zimanên Îngilîzî, Firansî, Almanî, Fînlandî, Norwêcî, Spanî û gelek zimanên din diaxivin. Ev pirrengî yek ji hêzên herî mezin ên civaka Kurd e.
Ciwanên Kurd pir caran du cîhanan di hundirê xwe de hildigirin. Li malê, ew nirxên Kurdî, kevneşopî, muzîk û çîrokên malbatî fêr dibin. Di heman demê de, ew bi çand û zimanê welatên xwe yên ji dayikbûyî mezin dibin. Di encamê de, gelek ji wan şiyanek taybetî pêş dixin: ew çandên cûda fam dikin, dikarin mirovan bi hev ve girêbidin û di civakên cihêreng de geş dibin.
Tevî gelek zehmetiyan, gelek Kurd li çaraliyê cîhanê serkeftinên mezin bi dest xistine. Ew wekî bijîşk, zanyar, hunermend, werzişvan, karsaz an çalakvan dixebitin û miletê kurd û welatê Kurdistanê têxine ber çavên derdora.
Gelek ciwanên Kurd Kurdistanê tenê bi çîrokên dê û bav, an jî dapîr û bapîrên xwe nas dikin. Digel vê yekê, ew xwe bi mîrata xwe ve girêdayî hîs dikin û çanda wê digihînin kesên din. Di encamê de, Kurdistan ne tenê li ser nexşeyê, lê di ziman, bîranîn, stran û di dilê gelê xwe de jî dijî.
Eger rojekê Kurdistan bibe welatekî serbixwe, ev ezmûna pir gerdûnî dikare bibe hêza wê ya herî mezin. Diyasporaya Kurd xwedî zanîn û jêhatîyên pir mezin e ku li welatên cûrbecûr bi dest xistine. Mirovên ji warên bijîşkî, zanist, teknolojî, werzîş, huner an karsaziyê dikarin zanîna xwe bikar bînin da ku Kurdistanek nûjen û pêşverû ava bikin.
Ji ber vê yekê, dîroka Kurdan ne tenê çîrokeke revîn û êşê ye. Ew her wiha çîrokeke berxwedan, perwerde, jêhatîbûn û hêviyê ye. Gelekî bê dewletek naskirî kariye nasnameya xwe di nav nifşan de biparêze û di heman demê de bibe beşek ji gelek civakan. Belkî pêşeroja Kurdistanê di vir de ye: di gelên ku kokên xwe qet ji bîr nakin û rojekê dikarin zanîna xwe ya ji çar aliyên cîhanê ji bo pêşerojek hevpar bikar bînin.