Îro kolana Kurdî li Kurdistana Rojhilat li pêşberî berpirsiyariyeke siyasî û dîrokî û helwesteke herî dijwar a hebûnê ye; helwesteke ku ji ber guhertinên bilez ên di nava strukturên rejîma Îranê û nêzîkbûna wê ji qonaxa derbasbûna serdemeke nû ya piştî Elî Xamaneyî tê ferzkirin. Lê belê ya ku mirov şok dike, hebûna rûberekî kûr e di navbera gihîştina tevgera gel a li hundir û şiyana wê ya afirandina pêlên çalakiyan, û di navbera krîza siyasî ya ku partiyên Kurd ên opozîsyona rejîma Îranê li derve tê de dijîn.
Lawazbûna baweriya gel bi xebatên partîtiya Kurdî ne tenê berhemê vê kêliyê ye, lê encameke komkirî ya bi salan a nakokiyên navxweyî yên pûç û bêwate ye çi yên eşkere û çi yên veşartî ku wiha kiriye ev partî bêçare xwiya bikin ku nikaribin projeyeke siyasî ya yekbûyî pêşkêş bikin, ku bersiva qurbaniyên hundir bide. Ev perçebûn ne tenê helwesta Kurdan lawaz kir, lê her wiha rê li ber rejîma Îranê vekir ku li bajarên Kurdan serdestiya xwe hîn zêdetir bike, û polîtîkayên xwe yên aborî û zordar bidomîne,
bi taybetî bi hinceta nebûna serkirdayetiyeke yekgirtî ya ku bikaribe vê kêliya jeopolîtîk a krîtîk binirxîne. Ev yek bû sedem ku heybeta vê opozîsyonê li hemberî desthilatdariya Îranê lawaz bibe; rejîma ku tevî nakokiyên xwe yên navxweyî yên pragmatîk û îdeolojîk, xwe wekî yekparçe nîşan dide û hemû aliyên wê li ser tunekirina her tevgereke Kurdî bi rêyên dîktatorî û paşverû li hev dikin.
Her wiha, ji nû ve xwendina ramanên fikrî û strukturên rêxistinî yên ku elîtên Kurd di dîrokê de pejirandine, kêmasiyeke bingehîn û strukturî nîşan dide ku hewcedarî rexne û nirxandineke kûr e. Heke em bi awayekî objektîf li dirûşmên "federalîzm" û "konfederalîzmê" binerin, em ê bibînin ku ev tenê wekî teoriyên li ser kaxezê mane û nekarîne di hawireke ku hişmendiyeke navendî ya faşîst û şovînîst li Tehranê hukum dike de bi cih bibin. Tecrûbeya dîrokî îsbat kiriye ku her behsek li ser reformkirina navendê bêyî guhertina strukturê wê yê giştî, qumareke vala ye li ser çarenûsa gelekî tam.
Di heman demê de, hawirdekirina îdeolojiyên wekî dibistana Marksîst a klasîk, tevgera Kurdî xistiye nav şerên îdeolojîk û çînî yên çêkirî, û li şûna ku civakê li ser xalên hevpar ên neteweyî yekbûyî bike, tevna wê ya civakî parçe kiriye. Di vê navberê de, lîberalîzma jî ji derd û kulên çînên kedkar û xebatkar, ku hêza rastîn
a kolanê ne, dûr û dabeşî maye. Li hemberî vî binkeftina îdeolojiyên amade, hewcedariyeke lezgîn bi zindîkirina "Projeya Neteweyî ya Kurdistanî" ya ku li ser bingeha ruhekî neteweyî yê organîk hatiye avakirin, heye; ev projeyek e ku serkeftina wê tenê bi dawîkirina hişmendiya serdestiya partîtî û amadekirina peymaneke neteweyî ya giştgir ku hemû hêzên çalak li dora wê bicivin, pêkan e.
Nekarîna Kurdan di warê siyasî de ku bi hişmendiyeke kolektîf bifikirin, me rasterast dibe ser destnîşankirina krîza nasnameya saziyan di nava tevgera Kurdî bixwe de. Li şûna avakirina saziyên siyasî yên serbixwe ku bikaribin plansaziya stratejîk bikin, partî ketine bin bandora hesabên herêmî û berjewendiyên tewereyên teng, û tûşî zextên aborî û sîxuriya mezin bûne, heta di nava partiyeke yekta de jî. Vê yekê serxwebûna xebata siyasî ya Kurdî winda kiriye û ew tenê daxistiye astekî bertekên taktîkî yên demkî li hemberî kiryarên rejîma Îranê.
Li ser vê yekê, nebûna dibistaneke fikrî ya neteweyî û rexneyî ya ku hevsengiyê di navbera pîvana neteweyî ya Kurdistanî û "realîzma siyasî" de ava bike, û civînên Kurdî-Kurdî lawaz û nezelal maye; li şûna ku bingehê sazkirina merciyeteke bilind û neteweyî were danîn, ya ku bikaribe bi hêzên navdewletî re wekî aliyekî yekbûyî biaxive, û xwedî projeyeke eşkere be ji bo birêvebirina qonaxa piştî Xamaneyî, an jî amadekirina senaryoyekê ji bo egera hilweşîna rejîma dîktator a li Îranê. Her wiha, danîna çarenûsa gelê Kurd li ser maseya partîtî ya hevpar daku were analîzkirin û nêrîneke zelal were pêşxistin, heta ji bo senaryoya bandorên şerê navxweyî yê gengaz li hundirê Îranê û çawaniya parastina gelê Kurd ji encamên krîzeke bi vî rengî, girîngiyeke jiyanî heye.
Ev aloziya siyasî, bi eşkereyî di qelsiya kûr li medyayî ya Kurdî de xuya dike; gotareke ku gelek caran bi nezelalî û nebûna profesyoneliyê di amadekirina peyamên siyasî yên ber bi hundir û derve ve tê naskirin. Ev bêçaretiya medyayê di serî de di rêzkirina pêşîniyên neteweyî û mirovî de diyar bû; ku mijarên çarenûssaz ên mîna dosya girtinên kêfî yên rojane, operasyonên serdegirtina leşkerî û dorpêçkirina ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve li ser herêmên Rojhilat hatiye sepandin, paşve çûne û bûne nûçeyên asayî yên rojane ku pîvanên qanûnî, tawankarî û dîplomatîk jê kêm in.
Her wiha nebûna stratejiyeke yekgirtî ya medyaya Kurdî ji bo belgekirina binpêkirinên sîstematîk û sêdarêdanên siyasî ku gelek caran mîna mijarên partîtiyê tên dîtin ne wekî hovîtiyeke mirovî û ku li dijî Kurdewarî ne tenê partiyan .. doza Kurdî ji fersendeke rastîn a belgekirina van tawanan bi awayekî bêalî û mirovî bêpar hişt. Medyaya heyî ji ber zextên rejîmê û nebûna saziyeke mayînde ya ku van belgeyan bişopîne, an jî nebûna
komîteyeke hevbeş a di navbera partiyan de ku pisporê dosyaya windayan û girtiyên Kurd (çi sivîl û çi leşker) be, nekarî dosyayên mafîtî yên bihêz amade bike ku bikaribin serkirdeyên Supaya Pasdaran li pêşberî dadgehên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî tawanbar bikin.
Ji ber vê yekê, vegerandina hişê Kurdistanî li ser rêya wê ya rast, îro bi şertê ragihandina qutbûneke metodolojîk ji şêwazên xebatê yên berê û derbasbûna ber bi nirxandinek û sazkirineke rexneyî ya giştî ve girêdayî ye. Rizgarkirina Rojhilat îro ferz dike ku em ji dabeşbûna partîtiyê derbas bibin û eniyeke neteweyî ya rastîn ava bikin ku bi seriyekî yekbûyî û nêrîneke hevpar tevgerê birêve bibe; û parastina girtî û çalakvanan, her wiha eşkere kirina terora Supaya Pasdaran di serê pêşîniyên xwe hain ên medyayî û siyasî de bi cih bike.
Asoyên dîrokî yên li pêş me ne ji bo partiyan û ne jî ji bo gel hêsan nabin heke ku hişmendiya kolektîf a Kurdî ji aliyê medyayî û siyasî ve neyê birêxistinkirin. Pêdiviyên qonaxa piştî Xamaneyî hewceyî rewşenbîrên siyasî ya di asta zanebûn û wêrekiya gelê Kurdistanî de ye; gelê ku her ji bo azadiya xwe bi xwîn û tiştên herî biha û giran dide.