Dema wê hatîye ku Îsraîl Kurdan çekdar bike û alîkariya avakirina Kurdistanê bike

nivîskar: Suzan Quitaz
dîroka hatî çêkirin
0 0
12:07 2026 , July 31

Çekdarkirin û piştgirîkirina Îsraîlê ji bo komên Kurdî re dê desthilateke rastrast bide Îsraîlê da ku kontrola navxweyî ya Tehranê qels bike.

Bi dehan sal in, Komara Îslamî ya Îranê û di van demên dawî de jî Tirkiye, piştgirîya darayî û çekdarî didin torên çekdar û terorîst yên tundrew li seranserê Rojhilata Navîn da ku dijî Îsraîlê bi kar bînin.

Zû de ye ku wextê wê hatîye Îsraîl bi stratejiyên hevpar yên ku dijî wê tên bikaranîn, rûbirûyî planên wan yên wêranker bibe. Ne bi bikaranîna hêzên proxy yên kevneşopî, mîna milîsên Şîe yên bi piştgirîya Îranê li Iraq û Yemenê, ku pere digirin da ku karên gemar yên Tehranê bikin; belkî bi hevkarîyeke rastîn re li gel hevpeymanekî herêmî yê pêbawer ku xwedî hevalbendiya îdeolojîk, dijminên hevpar û vîna şer ye. Ew gelê ku Wezîrê Derave Gideon Sa'ar jê re gotîye "hevpeymanê siruştî."

Ez çûm cem General Husên Yezdanpena, fermandarê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), ku komeke çekdar ya Kurd e û bi dehan salan e dijî rêjîma zalim ya ayetullahên Tehranê şer dike.

Min ji general pirsî: "Gelo pêwîst e Îsraîl tevgera rizgariya neteweyî ya Kurd çekdar bike?" Bêyî dudilî got: "Ewlekariya neteweyî ya Îsraîlê û gelê Kurd bi hev re girêdayî ye. Ji ber wê yekê, piştgiriyeke wiha ne tenê di berjewendiya neteweya Kurd de ye, di heman demê de xizmeta berjewendiyên stratejîk yên Îsraîlê bixwe jî dike."

Wî got ku ev ger Kurdistan û Îsraîl bibin hevkar û hevpeymanên stratejîk, dikarin bi hev re dijî gefên dewletî û tevgerên tundrew li herêmê rawestin, û di heman demê de bi peywendiyên avaker re li gel neteweyên din alîkariya aramî û ewlehiya herêmî bikin.

Nirxandina general tam rast e. Îsraîl û Kurd xwedî dîrokeke dirêj ya hevkarîya veşartî ne ku vedigere salên 1960î. Her duyan di şert û mercên dijwar de dijî heman dijminên Ereb, Tirk û Îranî şer kirine di têkoşîna xwe ya ji bo avakirina welatekî ji bo gelê xwe yê cefakar.

Hem gelê Kurd û hem jî gelê Cihû rûbirûyî heman şeytanîkirin, dijminatiya gelêrî û redkirinê dibin ji aliyê wan kesên ku dijî mafê wan ê hebûnê ne.

Jimara nifûsa Kurdan nêzîkî 50 heta 60 mîlyon e, û welatê bav û kalan ê wan, Kurdistan, li ser erdê çiyayî yê mezin dirêj dibe û di nav sînorên Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de ye.

Tenê di van dehsaziyên dawî de, nêzîkî nîv mîlyon Kurd hatine kuştin û mîlyonan kes jî ji aliyê çar dewletên ku Kurdistanê dagir kirine hatine koçberkirin.

Di Îlona 2017an de, encamên giştpirsiya serxwebûna Herêma Kurdistanê ya Iraqê nîşan da ku piraniya mezin ya Kurdan (93%) deng dan cudabûna ji Iraqê.

Îsraîl tenê dewlet bû ku piştgirî da vê gavê. Piştî encaman, bertekeke mezin di medyaya herêmî de çêbû ku dijî Kurdan agir gur dikir. Kurd bi ewê dihatin tohmetbarkirin ku ew "pûkên Siyonîst" in û bi Îsraîlê re kar dikin da ku "Îsraîla دووەم (duyem)" ava bikin, saziyek ku dê cîhana wan ya bi navê Erebî parçe bike.

Tohmeta 'Îsraîla duyem'

Têgeha "Îsraîla duyem" vedigere sala 1966an, ku wê demê Wezîrê Parastinê yê Iraqê Ebdulezîz el-Uqeylî, ku neteweperestekî Ereb bû, Kurdên Iraqê tohmetbar kir bi hewldana avakirina "Îsraîla duyem" li herêmê. Piştî şêst salan, ev têgeh hîn jî tê domandin û tê îdîakirin ku Kurdistan çavdêriya "Yehûdîstan"ê dike, ku wateya wê welatê Cihûyan an jî Îsraîl e.

Prof. Ofra Bengio, seroka bernameya lêkolînên Kurdî li Navenda Moshe Dayan li Zanîngeha Tel Avivê got: "Ev peywendî û hevrikiyan armanc dikin ku Cihû û Kurdan şeytanî û bêşeref bikin, di heman demê de peywendiyên neqanûnî di navbera wan de destnîşan dikin."

General Yezdanpena rast dibêje dema ku dibêje piştgirîkirina doza Kurdî "xizmeta berjewendiyên stratejîk yên Îsraîlê bixwe jî dike." Nêzîkî 12 heta 15 mîlyon Kurd di serî de li bakurê rojavayê Îranê (Rojhilatê Kurdistanê), li ser sînorên Herêma Kurdistanê ya Tirkiye û Iraqê dijîn.

Çekdarkirin û piştgirîkirina komên Kurdî ji aliyê Îsraîlê ve dê îmkana rastrast bide Îsraîlê da ku kontrola navxweyî ya Tehranê aloz bike. Hêzên Kurdî yên li ser sînorê Îran-Iraqê gelekî bi dîsîplîn in, û peydakirina çekan ji aliyê Îsraîlê ve ji bo wan ji bo her du aliyan (Îsraîlî û Kurd) serkeftin e, ji ber ku ew dikarin wek hêzekê ji bo rûbirûbûna rêjîma Îranê xizmetê bikin.

Piştgiriya Îsraîlê ji bo Kurdên Iraq, Sûriye û Îranê dê "Tewerê Şîe" û kapasîteya Tehranê ya peydakirina çekan ji bo komên xwe yên li Iraq û Libnanê têk bide.

Piştî 7ê Çiriya Pêşîn, Tirkiye bûye navenda rêberên Îxwan el-Muslîmîn û Hamasê. Kêm roj derbas dibin ku siyasetmedar an kesayetiyekî naskirî yê Tirk bang li tunekirina Îsraîlê an rizgarkirina Qudsê neke.

Di Adara 2025an de, Serokomar Recep Tayyip Erdogan di nimêja cejna Remezanê de got: "Rebbê min ji bo xatirê navê xwe Îsraîla Siyonîst wêran û wêran bike."

Di Tîrmehê de, Wezîrê Derave yê Tirkiyeyê Hakan Fidan beriya Civîna NATOyê got Îsraîl bûye "barek ku mirovahî nema dikare hilde."

Ev gotin ne bertekên cuda ne. Ew helwesta Tirkiyeyê ya get zêde dijminane beramberî Îsraîl û Cihûyan piştî êrîşa terorîstî ya Hamasê di 7ê Çiriya Pêşîn de nîşan didin.

Piştgiriya Enqereyê ji bo komên Îslamî yên radîkal ji Hamasê jî wêdetir diçe. Tirkiye xwedî dîrokeke dirêj ya piştgirîkirina komên Îslamî ye ku li Sûriye û herêmê kar dikin. Enqere red dike ku Îxwan el-Muslîmîn û Hamasê wek saziyên terorîst pênase bike, di heman demê de welatên din yên Ereb, tevlî Erebistana Siûdî û Îmaratê, ev tişt kirine.

Nêzîkî nîvê hemû nifûsa Kurdan li Tirkiyeyê dijîn, ku nêzîkî 20 mîlyon e, û %20 heta %25 ji hemû nifûsa Tirkiyeyê pêk tînin. Ew bi piranî li herêmên çiyayî yên rojhilat û bakurê rojhilat (Bakurê Kurdistanê) rawestiyane ku sînorê wan bi herêmên Kurdî yên Sûriye û Iraqê re heye, ku mala hinek ji hêzên Kurdî yên herî bi dîsîplîn e, mîna çekdarên Pêşmerge li Kurdistana Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Hêjayî gotinê ye ku piraniya mezin ya Kurdên ku li Kurdistanê û diyasporayê dijîn dixwazin welatekî Kurdî ava bikin. Piştgiriya exlaqî ya Îsraîlê ji bo gelê Kurd kêm e. Pêwîst e Îsraîl rolek aktîftir di piştgirîkirin û çekdarkirina tevgera rizgariya neteweyî ya Kurd de bilîze.

Ez fêm dikim ku destên Îsraîlê hatine girêdan ji ber nebûna eleqe an pabendbûna rêveberiya Amerîkî ji bo Kurdistana serbixwe. Amerîkî û hevpeymanên wan gelek caran balê dikişînin ser yekparçeyiya axa wan welatên ku Kurdistanê dagir kirine, bêyî ku behs bikin ku piraniya mezin ya Kurdan red dikin ku bibin parçeyek ji wan dewletên faşîst yên xeyalî.

Nivîskar rojnamevan û lêkolînereke Kurd-Swêdî ye ku di karûbarên Rojhilata Navîn de pispor e. Ew li Îsraîlê rojnamevan û pêşkêşvana podkastê bû ji bo rêza Erebî û Îngilîzî ya Exposing the Lies – The Voice of Truth from the Middle East li Navenda Jerusalem ji bo Karûbarên Ewlehî û Derve. Wê berê wek hilberînera qadê û rojnamevan ji bo çend saziyên medyaya Qeterî kar kiriye.

Jêder: https://www.jpost.com/opinion/article-903400

Komentên nû