Hêzên Pasdaran ên Komara Îslamî ya Îranê di kiryarekê de, du birayên çalakvanên Kurd bi navên «Meysem Weysî» û «Mojtaba Weysî» li herêma Dalaho teror kirin. Sibêdeha pêncşemê 28ê Gulanê 2026, hêzên ewlehiyê bêyî hişyariyekê gundê «Qelake» dorpêç kirin û ew mal li ber guleyan dan ku her du bira tê de bûn. Her du bira di cih de jiyana xwe ji dest dan û çarenivîsa hevalê wan «Ferşad Hatemîpûr» ne diyar e.
Meysem û Mojtaba Weysî kesayetiyên çandî yên naskirî yên Kirmanşanê bûn.
Rewşa zexta sîstematîk
Ev teror di demekê de ye ku rejîma Îranê bi siyaseta «apartheîda sîstematîk» zextên li ser Kurdan gihandiye lûtkeyê: