Pênaseya Jinamedia

Jînamedia besterekee ji bo pêşkêşkirina diyaloga kurdî û weşandina xebat û lêkolînên cihêreng (nivîsandin, werger, belgefîlm, fîlm û xebatên multimedia). Armanca Jînamedia ew e ku bibe bestereke neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo li xwe girtina hemû dengên niştimanperwerî, piştevaniya geşepêdana berdewam, pirensîpên mafên mirovan, mafê çarenûsî, parastina jîngeh û ekosîstema Kurdistanê, wekheviya civakî di navbera hemû pêkhateyên civakê de û wekheviya zayendî û bi hêz kirina gotara netewî  ji bo bidestxistina serweriya siyasî.

Jinamedia bi navê Jîna keça Kurd ku kuştin û şehîdbûna wê ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê ve bû sedema şoreşeke nû, şoreşek li dijî kevneşopiyên paşverû, li dijî koletî û înkarkirina nasnameya mirovî ya jinan li ser asta civak û malbatê. Şoreşek li dijî baviksalarî, neteweperestiya serdest û şoreşek ji bo kesayetiya mirovî û neteweyî ya gelê Rojhilatê Kurdistanê. Diruşmeya “Jin, Jiyan û Azadî” ku bi salan li Kurdistanê dest pê kir, bû sloganek cîhanî û nirxên mirov sentere tevgera rizgariya gelê Kurd bûne nirxên cîhanî. Jînamedia berdewamiya piroseya guhertinan û gihandina dengê xelkê Rojhilatê Kurdistanê bo raya giştî ya cîhanê, bestera hevgirtina civakî û siyasî ya civaka Kurd û diyaloga niştimanî ye. Armanca Jînamedia pêşxistina têgihiştina demokratîk û rêzgirtina li rûmeta mirovan e.

Jinamedia ji aliyê Enstîtuya Jîna ku yek ji saziyên Navenda Netewîye Rojhilata Kurdistanê ye, tê birêvebirin û di polîtîkaya weşana xwe de prensîbên qanûna medyayê ya welatê Swêdê û normên medyaya pîşeyî dişopîne.

Enstîtuya Jîna navendeke lêkolîn û weşanê ye ji bo pêşxistina civakî, têgihiştin û pêşketina civaka Kurdistanê. Enstîtu saziyek lêkolîn û weşandinê ye, ku erka hilberandina agahdariya bilind û nûjen e li ser mijarên cûrbecûr yên girêdayî bicîkirina koçberan li welatên mêvandar, civakî, siyasî, aborî, çandî, zanistî û perwerdeyî. Enstîtu wezîfeya xwe bi weşandina rapor û nûçeyan li ser mijarên aktuel ên girêdayî demokrasî, geşepêdana mirovî, mafên mirovan, parastina jîngehê û geşepêdana domdar bi cih tîne. Enstîtu tora nûçeyan û gotaran a bi navê Jînamedia û platformek perwerdehiyê bi navê Enstîtuya Jîna dimeşîne.

 

Bi me re hevkariyê bikin

Jînamedia pilatformeke  weșaniye serbixwe ya partiyên siyasî ye. Gotarên wî di bin çavdêriya edîtorî û desteya weşanê de têne weşandin.

Jînamedia forûmek e ji bo hemû çalakvan, mafparêz, partî û rêxistinên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê. Dengê nûçe û çalakiyên hemû kedkar, xebatkar û berhemhênerên rastiya nirxên mirovî û manewî yên civaka Kurdistanê ye. Jînamedia di xizmeta hemû têkoşerên wekheviya zayendî, parastina jîngeha Kurdistanê, girûpên kêmîne di civaka Kurd de, çalakvanên jîngehparêzî, gundiyên qurbaniyên siyaseta asîmîlekirina aborî ya rejîma Îranê û dengê hemû têkoşerên li dijî çewsandin û cudakariyê ye.

Em bang li hemû nivîskar, çalakvan û bikarhênerên Jînamediayê dikin ku gotar, nûçe, fîlm û grafîkên xwe bi mebesta diyalog û gotûbêja di nav civaka Kurd de û şirovekirina rewşa cîhanê û bandora wê li ser Kurdistanê ji me re bişînin.

 

Jînamedia bi kurdî (bi tîpên latînî û aramî), farisî û îngilîzî tê weşandin. Armanca me ew e ku em weșanek bi kalîte pêşkêşî bikin û ji bo valahiya medyaya netewî ya Rojhilatê Kurdistanê bersiv bidin.

Ji bo weşandina gotarên xwe zûtir, hûn dikarin wekî bikarhênerek di pergalê de qeyd bikin an jî gotarên xwe bi emailê di pelên Word û tîpên Unicode de bişînin. Bêyî ku navê nivîskar bê zanîn gotar nayê weşandin. Heger hûn dixwazin di bin navê "Nepenî" de biweşînin, ji kerema xwe dema şandinê nîşan bidin û ji bo weşanê jî wêneyan bişînin ku mafê me yê weşandinê heye.  Jînamedia gotarên “ji bilî ragehandinên çapemenî û nûçeyan” ku berê li ser malper û lînkên din hatine weşandin, naweşîne.

Hemû maf parastî ne ji bo Jînamedia. Veberhênana gotarên ji hêla Jînamedia ve bi referansa çavkaniyê serbest e.

 

Desteya Weşanê ya Jînamedia