Rêbernameya bikarhêner

Jinamedia malperek ji bo rojnamevaniya hemwelatî ye. Bi rêya Jinamedia hûn dikarin gotar û nûçeyan rasterast li ser profîla xwe bişînin.

 

Tomarkirin û çêkirina profîlê

1. Li Jinamedia xwe tomar bike: Li ser "Qeyd kirinê" bikirtînin

2. Forma tomar kirinê dagirin

3. Li ser "Min Mercên Bikaranînê xwend û qebûl kir" bikirtînin

4. "Xwe tomar ke "Li vir bikirtînen da ku emaila te pistraşt bikin

 

Di beşa Dashboardê de: Li ser " Li vir bikirtînen da ku emaila te pistraşt bikin " bikirtînin, hûn ê ji info@jinamedia.net emailek bi jimareya kodê bistînin. Numreya kodê li qada ku we tikandiye binivîse û bikirtînin Pejirandin. Dibe ku emaila  wekî beşek nameya SPAM-ê xuya bike. Beşa SPAMê ya emaila xwe kontrol bikin.

Ji bo pejirandina jimareya têlefonê ji kerema xwe bi emailê bişînin: support@jinamedia.net

 

Çewaniya șandin û weșandina gotaran

Ji bo şandina nûçeyan:

Li ser "Nûçe" bikirtînin û "Rêveberiya Nûçeyan" hilbijêrin.

Bişkojka "Nû" bikirtînin û nûçeya xwe binivîsin:

- Sernivîs: Ji deh peyvan zêdetir nabe

- Ger hebe wêneyê nûçeyê hilbijêrin (divê wêne ji 673 bi 577 pixel derbas nebe). Piştî ku wêneyê hilbijêrin, "danîna pel" bikirtînin

- Naveroka nûçeyê binivîse

- Kategoriya nûçeyan hilbijêrin û nûçeyan "tomar" bikin.

 

 

Șandina gotaran:

Ji bo şandina gotarê li ser "Gotar" bikirtînin

"Lîsteya Gotarê" hilbijêrin.

- Li ser "Nû" bikirtînin

- Sernavê nûçeyê binivîsin. Sernav çi qas kurtir be, ewqas baştir.

- Navê nivîskarê gotarê binivsîne.

- Ew cîhê ku "Șirove" lê hatiye nivîsandin binivîsin. Çêtir e ku gotar berê were nivîsandin û kopiyek gotarê li wir were şandin.

- Etîketên gotarê, ango kilamên gotarê, di beşa "Tag" de binivîsin. Ji du sê etîketan bêtir nebe.

- Kategoriya gotarê ji "Kategorî" hilbijêrin.

- Wêneyê gotarê hilbijêrin (ji 673 bi 577 pixelan bêtir). Piştî ku wêneyê hilbijêrin, "tomar kirina fîl" bikirtînin

- Gotarê ji bo weşanê “tomar” ken.

Piştî nirxandina lijneya edîtoriyê, wê gotara we li ser malperê were weşandin.

 

Nivîsîna kamênt û nêrînan:

Ji kerema xwe ji bo kamêntan Mercên Bikaranînê bixwînin. Ji bo ku hûn bikarin kamêntan binivsînin, divê hûn bi Jinamedia nawê xwe tomar bikin.

 

Talîmatên ji bo karanîna beşên din jî, wê bi gor amade bûna wan werin nûve kirin.