Daxuyaniya piştgirîkirina banga greva giştî ya di duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de ji aliyê hikûmeta Îranê
Ji roja kuştina Jîna Emînî ve heta niha Rojhilatê Kurdistanê û Îran bi asta herî bilind a binpêkirina mafên mirovan re rû bi rû mane. Girtinên keyfî, îşkencekirin, îdamkirin û tepeserkirina sîstematîk ji aliyê dezgehên ewlekarî yên hikûmeta Îranê ve bûye pratîkeke rojane. Tevî şermezarkirina navneteweyî jî, rayedarên Îranê bi awayekî hovane li dijî Kurdan û dengên din ên muxalîf xwe didomînin.
Li hemberî vê rewşê, tevger û helwesteke hevpar pêwîst e!
Bi helkefta duyemîn salvegera qetla hikûmetî a Jina, çalakvanên medenî û mafên mirovan ji nav welat, roja yekşemî 25 Eylûla 1403 (15.09.2024) li seranserê Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî kirin.
Em rêxistinên sivîl û mafên mirovan ên ku li jêr rêzkirî ne, piştevaniya xwe ji vê bangê re radigihînin û bang li hemû pêkhateyên Kurdistanê û civaka Îranê dikin ku di vê rojê de bi helwesteke sivîl û aştiyane beşdarî greva giştî bibin. Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi baldarî guh bidin binpêkirinên mafên mirovan ên Kurd li Îranê.
10 Eylûl a 2024
Rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan:
- Rêxistina Mafên Mirovan HANA
- Rêxistina Cîhanî ya Kurdî
- Rêxistina Hanay Rojhilat
- Navenda Zagros ji bo Mafên Mirovan
- Navenda Nûçegihanên Mafên Mirovan a Kurdistanê
- Navenda Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê «Çawnews»
- Navenda Netewî ya Rojhilatê Kurdistanê
- Navenda Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê
- Navenda Parastina Demokrasiyê li Îranê – Holanda
- Ajansa Nûçeyan a Rojhelat
- Rêxistina Alîkariya Însanî ya Keleha Dim Dim
- Encûmena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê
- Rêxistina Vejîna Kurdistanê
- Projeya Demokratîk a Kurdistana Îranê
- Navenda Çiwarbax
- Kurdistan Online
- Navenda Roja Kurdî
- Navenda Çanda Kurd-Swîsre
- Jinamedia
- Nêday Zagros