Bo piştrgiriya Rojavayê Kurdistanê

dîroka hatî çêkirin 2024 , December 12
0 0

Nawenda Netewiye Rojhelate Kurdistanê (NNR) ji bo piştrgiriya Rojavayê Kurdistanê

nameyek ji Serokê Amerîka, Komîsyona Ewropa, Wezareta Derve ya Brîtanya û Îsraîlê re şand.

Di nameyê de banga piştgirî û parastina pratîkî ya Herêma Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Teksta nameyê wiha ye:

Ji serokê Dewletên Yekbûyî re,

ji Yekîtiya Ewrûpa û civaka navneteweyî re

Rêzdaran,

Em bi rêzdarî bang li we dikin ku demildest ji bo piştgirîkirina gelê Kurd bi taybetî li herêmên Rojava (Rojavayê Kurdistan-Sûriye) destekê bidin. Gelekî girîng e ku mirov neheqî û zulma berdewam û sîstematîk a ku bi dehan sal in ku miletê kurd rû bi rû maye were naskirin.

Ji dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn û vir ve gelê Kurd bûye qurbanê parçebûneke ne adil û nedemokratîk. Neteweya ku nifûsa wê ji pêncî mîlyonî zêdetir e, di nav çar dewletên dîktator de hatiye dabeşkirin. Van dewletan bi berdewamî mafên mirovan binpê kirine, Kurd kirine bin jenosîdê û heta di çend qonaxan de jenosîd kirine. Mînakên balkêş jî ji qirkirina Dêrsimê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin, Enfal û komkujiya Helebçeyê ku ji aliyê Seddam Huseyîn ve hatiye kirin û berdewamiya zilma rejîma Esad e. Ev hovîtî û paqijkirina berbelav pêwîstiya lezgîn a civaka navdewletî bi gelê Kurd re nîşan dide.

Di heyama 15 salên borî de, hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di aramî û asayîşa navçê de alîkariyeke mezin kirine, di nav wan de hewlên mezin di şerê dijî terorê de. Bi pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roleke bingehîn di jinavbirina DAIŞê de lîstin, ku yek ji mezintirîn û metirsîdartirîn rêxistinên terorîst li cîhanê ye. Ew bi awayekî rasterast beşdarî kêmkirina metirsiya terorê li Ewropa, Amerîka û derveyî welat bûn û herwiha ji bo azadkirina Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê de.

Lê geşedanên dawîn gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê xistiye bin metirsiyeke mezin. Di 8’ê Kanûna 2024’an de hêzên îslamî yên ku qaşo ji aliyê hêzên mezin ên cîhanê ve tên piştgirîkirin, rejîma Esad hilweşand. Ev hêzên ku hin ji wan xwedî dîroka têkiliyên terorîst in û ji aliyê Tirkiyeyê ve di hewlên paqijkirina gelê Kurd de hatine destekkirin, niha li dijî herêmên Kurdan çalakiyên tundiyê dikin. Di van êrîşan de, êrîşên hewayî yên hêzên Tirk jî di nav de, bi sedan sivîlên Kurd qetil kirin.

Em gelê Kurd ku her tim weke hevalbendên nirxên demokratîk ên li Ewropa û DYA’yê rawestiyane, ji pêşketina rewşê bi fikar in. Ji bo parastina gelê Kurd li Rojava û dabînkirina jiyan, rûmet û mafên wan em piştgiriya we dixwazin. Ji ber vê yekê em bi rêzdarî bang li civaka navneteweyî dikin ku van çalakiyan pêk bînin:

1.       Navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de weke herêmên parastî destnîşan bikin û herêmeke qedexe ya firînê pêk bînin ji bo pêşîgirtina li êrîşên esmanî yên din.

2.       Ji bo ku Tirkiye û hêzên wê yên taybet êrîşî herêmên di bin kontrola Kurdan de nekin, demildest gavên xwe bavêjin.

3.       Piştrast bê kirin ku gelê Kurd di proseya siyasî ya paşerojê ya Sûriyê de cih bigire, bi roleke rasteqîne di avakirina rêveberiya paşerojê ya welat û dabînkirina mafên xwe de.

Ev ne tenê meseleyeke însanî ye, di heman demê de meseleya nirxên demokratîk, mafên mirovan û lihevhatinê ye. Em bang li we dikin ku ji bo pêşîgirtina li êş û azarên zêdetir û parastina gelê Kurd ji qirkirinê gavên lezgîn û bi biryar bavêjin.

 

 

12.12.2024

 

Nawenda Netewiye Rojhelata Kurdistanê (NNRK)

 

Komentên nû